Hollanda: Em ne mecbûr in ku zarokên DAIŞ’iyan werbigirin

Hollanda qebûl nake ku zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên welatiyên xwe werbigire.
Dadgeha Hollandayê biryar da ku dewlet ne mecbûr e ku zarokên jinên DAIŞ’î yên li derve bîne welat.

Li Hollandayê Dadgeha Temyîzê ya Laheyê biryar da ku ji bo zarokên jinên DAIŞ’î yên li derveyî welat werbigirin, dewleta Hollanda ne mecbûr e ku alîkariyê bide.

Berî niha dadgeha jêrîn biryar dabû ku ji bo 56 zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên li kampên Sûriyê dimînin vegerin welat, dewlet berpirsyariyê werbigre.

Dadgeha Laheyê bi biryara xwe ya dawî, ev hikûm xira kir.

Hikûmeta Hollandî, bi îdîaya ku dema hêzên ewlekariyê yên Hollandî ji bo zarokan werbigirin biçin kampan, wê bi xetereyan re rû bi rû bimînin çûbû temyîzê.

Lê tevî îdîayên Hollandayê di rojên dawî de şandeyên ji Danîmarka û Brîtanyayê beyî ku bi ti xetereyan re rû bi rû bimînin hatibûn Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên hemwelatiyên xwe wergirtibûn.

Leave a Reply

Back to top button