Nivîskar Şikakî: Emê bi xwendin û pêkanîna fikrê Ocalan tecrîdê bêwate bikin

Lêkolîner û dîroknas Ebdullah Şikakî dazanîn ku di Kurdistanê de dilsoziyek mezin ji bo Rêber Apo heye û got “Rêber Abdullah Ocalan xwedî fikreke pîroz e û ji aliyê gelan ve hatiye qebûlkirin.”

Têkildarî armancên hêzên komploger ji ferzkirina tecrîdê, Şikakî wiha got:

“Dixwazin ramanên Ocalan bixin zindanê û bifetisînin, ji ber wê dixwazin wî bi tenê bihêlin û rê li ber belavbûna ramanên wî bigirin.

Komplogeran di van nêzî 25 salan de texmîn dikir ku gel ji Ocalan qut bibe lê çênebû û ev çalakiyên hanê nîşan didin ku gelê me bi Serokê xwe re ye.

Di dîroka Kurdistanê de kêm tiştê wiha derketiye, hema bêje tune ye.”

Ebdullah Şikakî got çi qasî gel ramanên Rêber Abdullah Ocalan nas bike, bixwîne, li ser bifikire û bi cih bîne, wê demê planên li dijî gelan jî têk biçin û ev daxwaz kir:

“Divê her Kurdek beriya xew bike, ji xwe pirsa `min îro ji bo welatê xwe çi kiriye` bike. Bi qasî pêkanîna ramanên Rêber Ocalan ew qas em ê azadiyê bidin Rêberê xwe.

Gel li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan

Back to top button