Xelkê Qamişlo: Em dev ji axa xwe bernadin

Xelkê bajarê bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî dan û diyar kirin ku ew ê li hember êrişan bisekinin û dev ji xaka xwe bernedin. Rûspiyên eşîrên Ereb ên Şehbayê jî diyar kirin ku armanca êrişên Tirkiyê tunekirina nasnameya herêmê û dagirkirina xaka Sûriyê ye. 

Bertek û nerazîbûnên xelkê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî li dijî êrişên dewleta Tirk zêde dibin.

Xelkê bajarê Qamişlo êrişa dawî ya li dijî erebeya şervanê QSD’ê Mîtan Şoreş bi dewamiya siyasetên qirkirinê bi nav kirin.

Şêniyan diyar kirin ku her çiqasî dewleta Tirk êrişên xwe dijwar bike ew bêtir bi axa xwe ve tên girêdan.

Her wiha banga li civaka navneteweyî kirin ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan rawestînin û ji bêdendiya xwe derkevin.

Rûspiyên Şehbayê: Tirkiyê dixwaze xaka me dagir bike

Rûspiyên eşîrên Ereb ên Şehbayê jî derbarê mijarê de axivîn û bertek nîşan êrişên li dijî xelkê herêmê dan.

Rûspiyê eşîra El Bûxemîs, şêx Elî El-Xemîsî dibêje armanca êrişên Tirkiyê tunekirina nasnameya herêmê û dagirkirina xaka Sûriyê ye.

Şêx Elî El-Xemîsî piştrast kir ku ew û hemû pêkhateyên li herêmê yek û dê li hember her cure êriş bêdeng nemînin.

Rûspiyê eşîra El-Bobena, şêx Menan Xelîl jî anî ziman ku wê ti kes nikarîbe îradeya gelên azadîxwaz têk bibin.

Menan Xelîl bang li gelê herêmê kir ku li hember komployên li dijî herêmê yek dest bin û rê nedin dijmin ku bighêje armancên xwe.

Back to top button