Hêzên Asayîşê ragihand ku hêzên wan 6 çeteyên DAIŞ′ê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê têkildarî operasyonê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
Hêzên Taybet ên girêdayî Hêzên Asayîşê, roja Çarşemê 18′ê Cotmehê 6 çeteyên DAIŞ`ê li rojhilatê Dêrezorê girtin.
Her wiha 2 çekên li cem çeteyan jî hatin desteserkirin.
Li gorî daxuyaniyê, Hêzên Taybet bi piştgirî û beşdarbûna Koalîsyona Navneteweyî cihên çeteyan diyar kirine û operasyon pêkanîne.
Asayîşê di dawiyê de bal kişande ser domandina operasyonên ewlehiyê ên li dijî şaneyên DAIŞ’ê û got:
Em ê erkên xwe li hemberî gel û herêmê bidomînin, b û ewlehiyê li herêmê mîsoger bikin.