Ji bo têkoşîna li dijî hîşkesaliyê pêwistî bi 2 trilyon dolarî heye

Guherîna avhewayê êdî yek ji metirsiyên herî mezin yên li pêşiya zindiyan e.
Raporên ku di civîna COP27’an de tên weşandin vê yekî nîşan dide.
Rapora NY ya li ser mijarê jî ev yek careke din zelal kir.
NY ragihand ku ji bo têkoşîna li dijî guherîna avhewa pêwistî bi 2 trîlyon dolarî heye.

Rapora Neteweyên Yekbûyî ya “Çalakiya ji bo Avhwayê” hate weşandin.

Rapora ku ji 100 rûpelî pêk tê balê dikişîne li ser rewşa cîhanê û şêwazê têkoşîna li dijî guherîna avhwayê.

Ji bo welatên cîhanê bigihêjin vê armancê pêwistî bi alîkariyeke 2 trilyon dolarî heye.

Ev yek heta 2030’î weke pêwistiyeke sereke hatiye destînşankirin.

Ji derveyî Çînê heta wê demê daxwaza zalane ya 2 trîlyon dolarî tê kirin.

Di civîna 2021’an li Brîtanya û Lûtkeya Avhwa ya li Misirê tê lidarxistin de daxwaza alîkariyê ji welatên dewlemend tê kirin.

Lê ev alîkarî ji derveyî yên Çînê heta niha tenê bi 500 mîlyar dolarî re sînordar maye.

Bi gotineke din, ev jimar ji daxwazên tên kirin pir dure.

Ji nivîskarên raporê aborînas Nicholas Stern got:

“Welatên dewlemend divê fam bikin ku ev hem di berjewendiya wan de ye û ji ber bandorên giran ên gazê hem jî mijarek dadmendiyê ye.”

Pispor hişyariyê didin ku germbûna li jorê hedefê dê cîhanê veguherîne herêmek serayê germ a ku nayê jiyandin.

Di raporê de bang li hikûmetên welatên pêşketî jî tê kirin ku alîkarî û deynên kêm faîz bidin da ku heta sala 2025’an berhênanên mehane ji 30 milyar dolaran bigihînin 60 milyar dolarî.

Nivîskarên raporê diyar kirin, “Ji bo vejîna xwezaya welatên ku pêşde diçin, ji bo parastina xwezaya welatên ku pêşde diçin, ji bo parastina wan ji guherîna avhewayê û ji bo sererastkirina ziraran ev yek pir girîng e.”

Tevî aboriya baş û welatên pêşketî yên wekî Hindistan, Brezîlya, Afrîkaya Başûr, Endonezya û Vîetnam di van salên dawî de mezinbûnek bilez û zêdebûna gazên karbonê dîtine.

Welatên ku herî zêde ji rewşa heyî bandor dibin, welatên li parzemîna Afîrka ne.

Ev welat jî di heman demê de welatên herî zêde ji guherîna avhewayê, bêparin û mexdûrên herî mezinin.

Back to top button