Li bajarê Strasbourgê mîtînga azadiyê hat lidarxistin

Ji bo azadiya Rêber Apo; kurdistanî û dostên xwe li ber avahiya Konseya Ewropayê kom bûn û mîtîngek pêk anî. 14 saziyên ku tevli çalakiyê bûn banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo kirin. Di dema çalakiyê de polîsên Fransayê êrişî çalakgeran kirin, hin ji wan binçavkirin û konên ku vegirtibûn rakirin.

Bi nêzîkbûna salvegera 23’an a komploya 9’ê Cotmehê re, çalakiya Nobeta Azadiya Rêber Apo bi girseyî dewam dike.

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal jî di navde, Dîrektorê Sendîkaya Karkaran a Birîtanyayê û gelek kesayetên navdar ên cîhanî beşdarî nobedê bûn.

Di çarçoveya pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” îro li ser banga Înîsyatîfa Ji Abdullah Ocalan re azadî, mîtîng hat lidarxistin.

Bi sedan Kurdistanî û dostên xwe li ber avahiya Konseya Ewrûpayê ya bajarê Strasbourgê kom bûn.

Ji 14 pêkhateyên cûda ên navneteweyî, gelek mirovên cihê xwe di mîtîngê de cihê xwe girtin.

Van bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê CPT, Dadgeha Mafê Mirovan û Meclisa Parlementera a Ewrûpayê kirin.

Di banga endamên înîsyatîfê de ev xal cih girtin:

Ji bo tecrîda li se Ocalan û girtiyên din were bidawîkirin, divê CPT yekser bikeve nava tevgerê.

Li hemberî binpêkirina li zindanên Tirkiyê, dadgeha mafên mirovan, Konseya Ewrûpa û Neteweyên Yekbûyî erka xwe bicih bînin.

Ji bo azadiya Ocalan, divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê gavên siyasî bavêje.

Polîsên Fransayê êrişî çalakvanên li Strasbourgê kirin

Hema piştî mitîng bi dawî bû çalakgeran li pêşiya Dêra St. Maûrîceyê sant morîs kon vedan.

Li wir polîsên Fransayê êrişî çalakgeran kirin, gaz bikar anî ji bo wê jî bêhna gelek kesan çikiya.

Piştî ku polîsan çalekger ji hev dûrxistin, hin ji wan binçavkirin û konên wan jî xerakirin.

Back to top button