Li Hewlêrê sê teqînên bihêz pêk hatin

Li Hewlêrê sê teqîn li ser hev pêk hatin, gor çavkaniyên ajansa Rojnews birîndar hene.

Beriya niha bi çend seatan hat ragihandin ku dengê sê teqînên mezin li sînorê Hewlêrê hate bîhîstin.

Teqîn li nêzîkî baregeha partiyek ya Rojhilatê Kurdistanê pêk hatiye, derbarê çawaniya teqînê û encamê wê de agahî bidest neketin.

Çavkaniyan ragihandin ku di encama teqînan de, li herêmê şewatek mezin derketiye.

Tê gotin ku ziyanên canî hene, lê hejmara kuştî û birîndaran nayê zanîn.

Piştî teqînê gelek hêzên ewlehiyê yên li herêmê kom bûne û destûr nayê dayîn ku rojnamevan û çapemenî bûyerê bişopînin.

Back to top button