Li bajarê Hesekê Kongra Star civîna xwe ya salane li dar xist û plansaziya sala nû danî.
Kongra Star ji bo nîqaşkirina kar û xebatên salê civîna xwe li hola PYD ya li Hesekê li dar xist.
Nûnerên rêxistinên jinan ên qadên siyasî, leşkerî û civakî tevli civînê bûn.
Di civînê de berdevka Kongra Star şaxê navçeya Şedadê Emîre El Seed perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî jinan xwnedin.
Endama Rêveberiya Kongra Star a navçeya Til Temirê Madlên El Ibêd jî rewşa rêxistinî, siyasî, rapora salê, rewşa jinan, plansazî û bernameya sala bê xwendin.
Beşdarên civînê, xebatên salên nirxandin, piştre ji bo sala bê plansaziyek danîn.
Hin ji plansaziya kongreyê wiha ye:
1-Şopandina çalakkirina komînên jinan.
2-Çalakkirina jinan di dozgeriya giştî ya Zirgan, Erîşe û Hesekê de.
3-Vekirina navendên Kongra Star li Holê, Um Huceyre û Gola Xatûniye.
4-Perwerdekirina zarokan li tevahî herêman.
5-Zêdekirina hejmara endamên jin di komîteyên perwerdeyê de.
7-Lidarxistina pêngavên li dijî tundiya li ser jinan.
8-Çalakkirina pergala hevserokatiyê di saziyên Zirganê de.



