Li başûrê Idlibê 2 roj in li ser hev şerekî dijwar dinabera hêzên hikumetê û çeteyan heye.
Di encama şerê di 48 seatên dawî de, 29 leşker û çete hatin kuştin.
Li Herêma Bêçek şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên girêdayê dewleta Tirk a dagirker dewam dike.
Pêr Çeteyên Ensar El-Tewhîd El-Cîhadî li herêma Melaca ya li başûrê Idlibê êrişî nuqteyên hikûmta Şamê kirin.
Piştre çeteyên Ensar El Tewhîd gundê Melaca ku berê di bin kontrola hêzên hikumetê de bû, kontrol kir.
Wê demê di encama şer de, 11 leşkerên hikmûetê hatin kuştin û 20 jî birîndar bûn.
Di nava 48 seatên dawî, hêzên hikûmetê û balafirên şer yên Rusyayê bi hemû awayî hewl didin herêma Melaca vegerînin bin kontrol xwe.
Hêzên Hikûmetê bi çekên giran û balafirên Rusya bi êrişên esmanî êrişî herêmên di bin serweriya çeteyan yên li başûrê Idlibê dikin.
Piştî vê êrişa giran, çeteyên Ensar Tewhîd ji çend nuqteyan vekşiyan.
Bi awayekî giştî di nava şerê 48 seatên dawî de 19 leşkerên hikumetê hatin kuştin û 20 jî birîndar bûn her wiha 7 çete jî hatin kûştin.
SANA: Îsraîlê êrişî balafirgeha Helebê kir, balafirgeh ji kar ket



