Artêşa Urdinê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan droneke biçek a ji axa Sûriyê dihat xistiye xwarê.
Têkildarî mijarê Artêşa Urdinê ev agahî parve kir:
“Hêzên Parastina Sînor bi hevkariya Rêveberiya Têkoşîna dijî Hişbirê û hêzên ewlehiyê-leşkerî hewldana derona biçek a derbaskirina sînor bi awayekî ne-rewa şopandiye û di hundirê xaka Urdinê de xistiye xwarê.
Artêşê diyar kir ku hêzên Urdinê dê li hember hemû gefên li ser sînor û hewldanên têkbirina ewlehiya welat bisekinin.
Artêşê, derbarê madeyên di hundirê balafirê de, tu agahî neda.
Demên dawiyê, rayedaran eşkere kiribûn ku çek û madeyên hişbir bi rêya dronên biçek tên veguhestin.
Artêşa Urdinê 16’ê Tebaxê, droneke bi madeyên teqemeniyê barkirî xistibûn xwarê.
13’ê Tebaxê jî droneke din a ku bi madeya hişbir “Crysta” barkirî bi qaçaxî derbasî Urdinê dikir, ji aliyê artêşê ve hatibû xistin.