Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîlayan ku 5’ê Cotmehê ku li Colemêrgê li dijî artêşa Tirk pêk anîbû weşand.
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê têkilî çalakiyê ev agahî dabûn:
Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, gerîlyan ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê çalakî pêk anîn.
5’ê Cotmehê li ser rêya di navbera Rûbaroka Şemzînan a Colemêrgê û Qada Tepê Xwedê de li dijî wesayîya zirxî û leşkerên li dora wê çalakiyek hat lidarxistin.
Di encamê de wesayîta zirxî hate teqandin û bi qasî ku hate tespîtkirin leşkerek hatiye kuştin, 4 leşker jî birîndar bûne.



