CPT: NAVBERA 6-17’Ê GULANÊ ÎMRALÎ DI NAV DE SERDANA GELEK ZINDANAN HATIYE KIRIN

Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence CPT ragihand ku di nava vê mehê de Girtîgeha Îmralî jî di nav de serdana gelek girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyê kiriye.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkence (CPT) a girêdayî Konseya Ewropa ve hate kirin, ragihand ku navbera 6-17’ê Gulanê de serdana gelek girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyê kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di çarçoveya vê serdanê de jî çûne Îmraliyê ya ku Rêber Ocalan jî tê ragirtin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku girtîgehên li Stenbol, Amed, Enqere, Pirsûs jî di nav de serdana gelek girtîgeh û qereqolên polîsan hatiye kirin.

Her wiha hevdîtin bi sedan kesên ji girtîgehan hatine berdan yan jî li girtîgehan in re jî pêk anîne.

Li aliyeke din îro Parêzerên Rêber Ocalan bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê hê jî daxwaza nehatiya pejrandin.

Leave a Reply

Back to top button