Hêzên Amerîkî dironên Kamikaze ya Husiyan anîn xwarê

Êrîşên di navbera Amerîka û Îranê de li erdê û behrê didome.
Husiyên bi ser Îranê ku dest danîbûn keştiya Galaxy Leader’ê li Behra Sor bi dronan êrîşî fîloya Amerîkî kirin.
CENTCOM’ê derbarê êrîşê de daxuyanî parve kir û got: Dronan, dema keştiya fîloya DYA li Behra Sor dewriyê digeriya hatine xistin û keştiyê xisarekî çênebûye
Her wiha îro saetên sibehê dîsa Koma Berxwedana Îslamî ya li Iraqê êrîşî baregehên Amerîkayê ya li Hewlerê kirin.

Fermandariya Hêzên Navendî yê DYA-CENTCOM’ê malpera medya civakî X’ê ragihand ku hejmarek zêde dironên kamikaze ku heremên di bin kontrola Husiyên bi ser Îranê ya li Yemenê de hatiye avêtin anîne xwarê.

Li gorî daxuyaniya niviskî yê CENTCOM’ê, ‘dironên êrîşê ya yek alî’ ku ji hêla Husiyan ve hatiye avêtin, ji aliyê “USS Thomas Hudner” a girêdayî fîloya DYA’yê ve hatiye xistin.

Hat diyarkirin dronan, dema keştiya fîloya DYA li Behra Sor dewriyê digeriya hatine xistin û keştiyê xisarekî çênebûye.

Hûsiyên Yemenê ragihandibûn ku ji 31’ê Cotmehê û vir ve gelek caran bi fuzeyan û balafirên keşfê yên bêmirov (ÎHA) êrîşî Îsraîlê kirine.

Di 19’ê Mijdarê de Hûsiyan gef li keştiyên Îsraîlî yên li Derya Sor xwaribûn û piştre ragihandin ku wan keştiyeke bazirganî ya şîrketeke Îsraîlî li Derya Sor desteser kiriye.

Baregeha Amerîkayê ya li Hewlêrê hat bomberankirin

Her wiha îro saetên sibehê dîsa Koma Berxwedana Îslamî ya li Iraqê (Meqawmey Îslamî) êrîşî baregehên Amerîkayê ya li Hewlerê kirin.

Koma Meqawmey Îslamî ya li Iraqê di derbarê êrişek nû ya li ser baregeha hêzên Amerîkayê ya li balefirgeha Hewlêrê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di çarçoveya piştevaniya welatiyên li Xezayê de, baregeha hêzên Amerîkayê ya li balefirgeha Hewlêrê bi balefirek bê mirov hatiye hedef girtin.

Hêjayî gotinê ye ku duh Amerîkayê, baregehên Heşdî Şebî yên li parêzgeha Babil bombebaran kir.

Di encamê de 8 leşkerên Heşdî Şebî hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Hikûmeta Iraqê êrîşên Amerîkayê bi tundî şermezar kir

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Ewadî di daxuyaniyekê de ragihand, em êrişa ku bêyî agahdarkirina dezgehên ewlekarî yên hikûmeta Iraqê li devera Curf Saxrî kir armanc, bi tundî şermezar dikin û got;

“Ev jî binpêkirina serweriya Iraqê ye û hewla têkdana ewlehî û aramiya Iraqê ye.”

Herwiha Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) berê li ser tora X’ê ya civakî ragihandibû ku wan li du cihan li Iraqê “êrişên teqez” pêk anîne.

CENTCOM ragihand ku ev êrişane bersiveke li dijî êrişên komên çekdar yên girêdayî Îranê yên li dijî hêzên hevpeymanan li Iraq û Sûriyê.

Back to top button