Li Afrîkayê belavkirina derziyên Lerzetayê destpê kir

Nexweşiya lerzetayê yek ji wan nexweşiyan e ku li cîhanê herî zêde dibe sedema mirinan.
Nexweşiya lerzatayê ji aliyê parazîteke ku ji hin cureyên mêşan divedire mirovan, roj bi roj xeternaktir dibe.
Saziyên tenduristiyê yê cîhanê ji bo pêşigirtina vê nexweşiyê dest bi belavkirina derziyê kirine.
Hevbendiya Parzakirinê (Gavi) ragihand ku wê derzîkirina lerzetayê li herêmên herî xeternak ên parzemîna Afrîkayê bê destpêkirin.

Di çarçoveya kampanyayê de yekem derziyên lerzetayê gihîştin Kamerûnê û wê hefteyên pêş bi tevahî 1,7 mîlyon dozên derziyê ji Burkina Faso, Lîberya, Nîjer û Sierra Leoneyê re bên şandin.

Hevbendiya Parzakirinê (Gavi) di 22’ê Mijdarê de ragihand ku wê derzîkirina lerzetayê di demeke nêz de li herêmên herî xeternak ên parzemîna Afrîkayê bê destpêkirin.

Gavi di daxuyaniya xwe de, kampanyaya parzakirinê wekî pêngaveke dîrokî ber bi parzakirina berfireh li dijî yek ji nexweşiyên herî kujer di nav zarokên Afrîkî de binav kirin.

Nexweşiya lerzatayê ku ji aliyê parazîteke ku ji hin cureyên mêşan divedire mirovan, roj bi roj xeternaktir dibe.

Li Cîhanê ji ber nexweşiya Lerzatayê 619 hezar nexweş mirin

Sala 2021’ê li seranserê cîhanê 247 milyon weqa hatin tomarkirin û 619 hezar nexweş jî ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dan.

Ev nexweşî bi taybetî li parzemîna Afrîkayê tê dîtin, sala 2021’ê ji sedî 95’ê bûyeran û ji sedî 96’ê mirinan li seranserê cîhanê yên ji ber vê nexweşiyê li parzemîna Afrîkayê pêk hatine.

Li gorî Gaviyê gelek welat niha di qonaxên dawîn ên amadekariyê de ne ku derziya lerzetayê têxin nav bernameyên xwe û tê payîn ku yekem dozên lerzetayê di çaryeka yekem a sala 2024’an de werin kirin.

Back to top button