Li Iraq û Başûrê Kurdistanê heya niha 17 kes ji ber Corona mirine

Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê hejmara kesên bi vîrûsê dikevin bilind dibe, her wiha li Tirkiyê jî hejmara kesên bi vîrûsê mirin bû 21 û derdora hezar kes jî pê ketine.

Li Iraq û Başûrê Kurdistanê di nava 24 saetên dawî de 21 kesên din bi virûsa Coronayê ketine, 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Bi vê hejmarê re li Iraq û Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi virûsê ketine gihişt 214 kesan, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane jî bû 17 kes.

Li Tirkiyê ji ber Corona jimara qurbaniyan bû 21

Dewleta Tirk jî ragihand ku heta niha 21 kes bi vîrûsê mirine û 947 jî pêk ketine.

Back to top button