Fransa-Grevên li dijî reformê bû sedema pirsgirêkên sotemeniyê

Karkerên ku li dijî reforma teqawidiyê ya li Fransayê ne, wê sibe li seranserê welat careke din grevê bikin.
Ji ber grevê, tê pêşbînîkirin ku rêyên hesinî û balafiran di asteke mezin de bê astengkirin.
Di xwepêşandanên li nava paytext Parîsê de, pevçûnên dijwar pêk hatin.

Li Fransa reforma teqawitbûnê welat veguheraniye, qada pevçûnan.

Li dijî reforma hikumeta Serokomar Emmanuel Macron, li paytext Parîsê xwepêşandanên girseyî pêk hatin.

Paytext veguherî qada pevçûnê.

Ji ber çalakiyên grevê ji sedî 13,1 rêyên hesinî rawestiyane.

Li 34 herêmên Fransa jî pirsgirêkên sotemeniyê xwe daye der.

Li ber cihê sotemeniyê rêzek zêde ya bendewariyê çêbûye.

Fransî wê sibe li kolanan bikevin grevê

Li welat sibe 9’emîn greva girseyî û xwepêşandanên li dijî reforma teqawidiyê tên lidarxistin.

Tê payîn ku bi mîlyonan kes li seranserê welêt beşdarî xwepêşandanan bibin.

Li bendê ne ku ji ber grev û protestoyan di gelek beşên, veguheztin û enerjiyê de, astengiyên mezin derbikevin.

Ji ber greva karkerên paqijiyê ya li paytext Parîsê du hefte berê dest pê kir, çop nikarin bên komkirin.

Di xwepêşandanên li Parîsê de 234 kes hatin binçavkirin

Şevê din li Parîsê di xwepêşandanên dijî reforman de 234 kes hatibûn binçavkirin.

Polîsan mudaxeleyî kesên ku çopê dişewitînin kir.

Serokwezîra Fransa Elisabeth Borne di 16’ê Adarê de ragihandibû ku wê pêşnûmeya teqawidiyê bê dengdana li parlamenê bêxe meryetê.

Piştî biryarê li welêt xwepêşandan hatin organîzekirin.

Sendîkayên karkeran li gelek deveran biryara domandina grevê dan.

Hikûmet di çarçoveya reformê de armanc dike ku hêdî hêdî temenê teqawidbûnê bibe 64 salî.

Parlamenterên her du partiyên rast û çep ên Meclîs û Senatoyê xwe amade dikin ku qanûna nakok ragihînin Dadgeha Destûra Bingehîn.

Li gorî pisporên qanûna bingehîn, Dadgeha Destûra Bingehîn dikare hin xalên qanûnê betal bike.

Back to top button