Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû

Komxebata MSD’ê bi encamnameyekê bi dawî bû.
Di encamnameya komxebatê bal hat kişandin li ser gelek xalan .
Jê ya herî girîng bidawîkirina lihevkirina Edene di navbera Sûriyê û Tirkiyê de.
Bang li QSD û Koalîsyona Navneteweyî hat kirin ku herêmên dagirkirî ji destê dagirkeriya Tirk rizgar bikin.

Komxebata ku ji aliyê Meclisa Sûriya Demokartîk MSD’ê ve hat birêveberin bi encamnameyekê bi dawî bû..

Hin ji xalên encamnameyê wiha ne:

  • “QSD û Koalîsyona Navneteweyî divê hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin.
  • Rûspî û kesayetên nîştimanî yên li herêmên dagirkirî divê xwedî li MSD`ê derkevin.
  • Divê hikumeta Şamê têkiliyan bi rejîma Tirk re ava neke ku destekê dide HTŞ`ê.
  • Xurtkirina diyalogên cidî di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de.
  • Banga li betalkirina lihevkirina Edene ya di navbera hikûmeta Şamê û Tirkiyê de hat kirin.
  • Civaka navneteweyî, NY biryarên pêwîst li dijî terorê û xilaskirina herêman ji wan bidin.
  • Civata navneteweyî lazime piştgiriya diyalogên siyasî yên sûrî-sûrî bike.

Mezlûm Ebdî: Çeteyên El-Nusra amûrekî nû yê dagirkeriya Tirk e

Back to top button