Sozdar Avesta: Ji bo serdana Rêber Apo neyê qebûlkirin PDK’ê name ji dadgeha Romayê re şand

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta diyar kir ku komplo operasyoneke NATO’yê ye û armanc jê jî qirkirina tevahî gelê Kurd e.
Sozdar Avesta piştrast kir ku komplo îro di pratîka Rojavayê Kurdistanê de, bi yekîtiya kurd û ereban vala hatiye derxistin.
Û piştrast kir ku sala bê wê bibe sala azadkirina Rêber Apo.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, der barê komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de nirxandinên girîng kirin.

Sozdar Avesta şehîdên ku li dora Rêber Apo bûn xelekeke ji agir û xwe şewitandin bi bîr anîn û der barê hêzên ku tevlî komployê bûne ev got:

“Komplo operasyoneke NATO ye, Rêber Apo jî bi vî rengî rave dike.

Di komployê de Amerîkayê serkêşî kir, Îsraîlê karê îstîxbaratê kir,

Ingilistanê plansazî amade kir, welatên Ewropayê jî bi nedana penaberiya siyasî di komployê de cih girtin.

Rola Yûnanistan û Rûsya jî tê zanîn.

Sozdar Avesta da zanîn ku PDK jî cihê xwe di vê komployê de girt û got: “Ji bo serlêdana penaberiyê ya Rêber Apo red bike, PDK’ê nameyek ji Dadgeha Romayê re şand.”

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê da zanîn li ser Kurdan plan hebûn, ji bo Kurd azad nebin û nebin xwedî îrade li dijî wan komplo kirin, xwestin wan di bin zexta qirkirinê de bihêlin.

Sozdar Avesta: Rêber Apo bi fikrê xwe komplo vala derxist

Sozdar anî ziman ku Rêber Apo bi kûrbûna xwe ya li Îmraliyê komplo pûç kir û paradîgmaya demokratîk ekolojîk a ku xwe dispêre azadiya jinê afirand û got:

“Sîstema netew-dewletê ji nû ve şîrove kir.

Li şûna modernîteya kapîtalîst modernîteya demokratîk afirand.

Nîşan da ku gel çawa dikarin bi hev re bijîn.”

Sozdar Avesta: Fikrê Rêber Apo bûye fikrekî cîhanî û rê li pêşiyê nayê girtin

Sozdar Avesta diyar kir ku fikrê Rêber Apo ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûrî şêmber bûye, bûye sedema tifaqa gelan taybet jî ya Kurd û Ereban û ev got:

” Êdî ev fikir bûye fikrekî cîhanî û ti hêz nema dikirin pêşî li vê yekê bigre.”

Sozdar Avesta diyar kir ku hêzên komploger li herêmê DAIŞ ava kirin, ji nû ve dest bi êrişê kirin û li dijî ol û baweriyan qirkirinê dikin û got:

“Dixwazin komployê bi şêwazên cûda bibin serî.

Lê her kesî dît ku paradîgma Rêber Apo li dijî vê yekê çareseriya esasî ye.”

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê dawiyê piştrast kir wê sala bê bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bang li her kesî demokrat, sosyalîst û azadîparêz kir ku xwedî li Rêber Apo derkevin.

Back to top button