Moskoyê der heqê Waşintonê de qefleke biryar ragihandin

Hikûmeta Rûsî bi hin biryaran, qedexekirina 10 dîplomat û hatina hin rayedarên Amerîkî bo Moskoyê ragihand.

Wezîrê Derve Sergey Lavrov da xuyakirin ku Moskoyê bendên cihêreng ku dikarin “şandeyên dîplomatîk” ên Amerîkî li Rûsyayê asteng bikin, sepandin.

Lavrov da zanîn ku Moskoyê ji bo encamdana “guftûgoyên ciddî” ji balyozê Amerîkî  John Sullivan xwest ku vegere Waşintonê.

Sazî û rêxistinên nehikûmî yên Waşintonê li ser xala Rûsyayê di nava biryarên Rûsî de ne.

Di çarçoveyê de, Moskoyê 5 dîplomatên Polonî ji ber piştgirîdana Amerîkayê, qewitandin.

Gencîneya Amerîkî pêncşemê rêzecezayên weke qewitandina 10 dîplomatan, li dijî Rûsyayê sepandibûn.

Back to top button