Nanenda COVID-19: Divê şênî li hember vîrûsê tedbîran bigire

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dem bi dem rêjeya balavbûna vîrûsa Coronayê zêde dibe. Bijîşk û endamê rêveberiya Navenda Covid-19 Mihemed Şemsî zêdebîna pêketiyên vîrûsê lê nepêkanîna tedbîran û kombûnan ji aliyê şêniyan ve vegerand û banga pêkanîna tedbîran kir. 

Bi belavbûna pêla sêyem a vîrusa Coronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jimara pêketiyan roj bi roj zêde dibe .

Heta niha zêdeyî 13 hezar kes bi vîrûsê ketine.

Lewre Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya giştî li hemû herêman ragihand.

Bijîşk û endamê rêveberiya Navenda Covid-19 Mihemed Şemsî, ji ber zêdebîna pêketiyên vîrûsa Coronayê û nepêkanîna tedbîran û li hev kombûnan bû sedem zû û zêde belav bibe.

Dr. Mihemed diyar kir ku bi saya ragihandina qedexeyê rêjeya pêketiyên Coronayê kêm bûye.

Dr. Mihemed Şemsî di dawiyê de, bang li hemû kesên ku nîşaneyên vîrusê li ser wan derdive kir ku yekser berê xwe bidin nexweşxaneyan da ku testan çêkin.

Têkildarî mijarê şêniyên Kobanê jî diyar kirin ku ev nexweşî pir xetere û divê her kes li gorî tedbîran bimeşin da ku xwe biparêzin.

Back to top button