Cotkarên herêmê ji ber mewsima îsal bi fikar in

Cotkarên herêma Cizîrê her sal di van deman de amadekariya xwe ji bo çinîna berhemên çandiniyê dikin, lê ji ber kêmbarîna baranê cotkar hêviya berhemdayînê ji erdên xwe nakin.

Cotkarên ji gundê Elî Fero yê girêdayî bajarê Qamişlo diyar kir ku di vê salê de ji ber kêmbûna baranê û tunebûna berheman, hêviya wan ya çinîna berheman pir kêm e.

Cotkaran da xuyakirin ku bandora nederketina berheman dighêje lawiran jî, heke ka û zad tune be, ew ê çawa lawirên xwe xwedî bikin.

Li aliyekî din, bi armanca pêkanîna sîstema xwetêrkirinê, Cotkarên bajarê Minbic û gundewarên wê jî, dest bi çandina şitlên sebzeyên havînê kir.

Back to top button