Konseya Ewlekariyê projeqanûna derxistina çete û hêzên biyanî ji Lîbya erê kir

Konseya Ewlekariyê ya Navdewletî projeqanûna derxistina hemû çete û hêzên biyanî ji Lîbyayê, erê kir

Konseya Ewlekariyê bi piraniya dengan li ser projeqanûna ku piştgiriya pêkanîna aştî û ewlehiyê li Lîbyayê dike, erê kir.

Projeqanûnê banga lezgîn a derxistina çete û hêzên biyanî kir, her wiha ji aliyên Lîbî xwest piştgiriyê bidin peymana agirbestê ya 2020’an.

Projeqanûna ku Brîtanyayê amade kiribû, pêşniyarên sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres ên der barê çavdêriya agirbestê de, erê kirin.

Li gorî hin belgeyên ku SKY News bi dest xistine, li Lîbyayê 11 hezar û 609 çeteyên Sûrî yên Tirkiyê hene.

Li gorî SKY, Tirkiye tenê 1226 çeteyên “El-Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” vegerandine Sûriyê.

Back to top button