Li Kampa Holê jineke din kuştî hate dîtin

Bûyerên kuştinê yên ku li Kampa Holê rû didin bi dawî nabin.
Li kampê jineke din hat kuştin.

Li Kampa Holê ya ku bi hezaran malbatên DAIŞ’î lê diminin û şaneyên DAIŞ’ê ku xwe lê veşartine buyereke din a kuştinê pêk hat.

Îro Rêveberiya Kampa Holê ragihandin ku jinek li kampê kuştî hate dîtin.

Hate diyar kirin ku jina kuştî bi rêya gulebaranê hatiye hedef girtin.

Cenazeyê jina kuştî li lîstkgeha beşa sêyan a kampê hate dîtin û cenazeyê wê rakirin navenda Heyva Sor ya Kurd.

Heya niha derbarê jina kuştî de agahiyên zelal nehatiye bidestxistin.

Back to top button