Komelgeha Demokratîk û Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê-KODAR derbarê serhildana bi pêşengtiya jinan li seranserî Rojhilatê Kurdistan û Îranê nêrîn û pêşînyarên xwe eşkere kir.
KODAR’ê got: Raperîn û serhildan gihiştiye qonaxeke jêneveger û divê tu kes xwe ji erkên xwe yên exlaqî nede paş..
Komelgeha Demokratîk û Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê KODAR derbarê serhildanên bi pêşengtiya jinan li seranserî Rojhilatê Kurdistan û Îranê nêrîn û pêşînyarên xwe eşkere kir.
KODAR’ê diyar kir ku xwepêşandan li gorî carên berê, xurtir û bi rêkûpêktirin û got:
“Serhildan gihaye qonaxeke jêneveger.
Hêzên rejîma Îranê heta astekê li ber xwepêşanderan bêkêr bûne û lingê wê ketiye soleke teng û ev jî cihê hêviyê ye..
Serhildan bê ku hêzeke biyanî li pişt be, li dijî rejîma ku dijminê civakê ye.
Pêwiste hewl bê dayîn da tîmên navxwe yên tax û kolanan bên ava kirin û li nava bajaran ‘Meclîsên Rêveberiya Xweser a Bajaran’ bê pêşxistin.
Divê yek ji xala esasî ya gel pêkanîna vê mercê be, çalakiyên xwe xurtî bidomînin.”
KODAR: Helwesta gel a raperînê cidî û radîkal e
KODAR’ê bal kişand ser helwesta rejîma Komara Îslamî ya Îranê û ev nirxandin kir:
“Helwesta rejîmê tepisandina serhildanê ye û ev jî eşkere ye.
Li gel vê jî helwesta civakê ya di raperîn de cidî, radîkal û eşkere ye.
Xamineyî bi gotinên xwe yên ku ferman da artêş û hêzên pasdaran xwînê birjînin, şer îlan kiriye, bi vekirî gefa êrîşê dixwe.
Rejîma Îranê şerê navxwe û derve tevlîhev kiriye, xwe neçarî vê yekê dibîne ku xwînê birijînin..”
“Divê tu alî xwe ji erkên exlaqî nedin paş û destekê bidin”
KODAR’ê anî ziman ku bi çi reng û rêbazê dibe bila bibe, hemû gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest bi serhildanê kiriye û got:
“Ti maf û hêza kes û rêxistinekê tune ku bikeve nava hewldanan da dawî li serhildanê bîne.
Eger vê bikin, xwe û gelê xwe dixin nava metirsiyeke mezin.
Zemîn û derfeta pêşxistina serhildan û şoreşeke rasteqîn li ber dest e, bila tu kes bi tu hincet û sedeman xwe ji erka exlaqî û mirovî nede paş..”