HPG’ê nasnameya gerîlayeke şehîd eşkere kir

HPG’ê nasnameya gerîlaya YJA Starê Tavîn Têkoşîn ku li Bestayê şehîd bibû eşkere kir.
HPG’ê ji malbata hêja ya şehîd Tavîn Têkoşîn û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest.

HPG’ê bi daxuyaniyekî nasnameya gerîlayek YJA Starê eşkere kir.

HPG’ê diyar kir ku wan ragihandibûn ku di 21’ê Çileya 2023’an de li qada Bestayê hevrê yê wan Nûda-Zozan Ocal şehîd bûye.

Lê belê li gorî agahiyên piştre hatin wergirtin, eşkere bû ku hevrê Nûda şehîd nebûye û li ser wezîfeya xwe ye.

HPG’ê ji ber vê şaşitiyê lêborînê xwest.

HPG’ê ragihad ku di wî şerî de hevreyê wan Tavîn Têkoşîn şehîd bûye û wiha got:

“Milîtana PKK û PAJK’ê hevrêya me bi kesayetiya xwe ya têkoşer, li ser xeta azadiyê ya jinê û hewldana ji bo bibe hevrêyeke baş a Rêber Apo, bû mînakeke bêhempa ya dilsoziya bi welêt re.

Tevî ku li Ewropayê ji dayik bû û li wir mezin bû, ti carî ji rastiya Kurdistanê qut nebû û di vê oxirê de têkoşiya.

Bi vê sekna xwe bû xeta têkoşînê ya ciwanên Kurdistanê.”

HPG’ê di dawî de ji malbata hêja ya şehîd Tavîn û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê agahiyên li ser nasnameya şehîd Tavîn Têkoşîn bi vî rengî ye:

Nasnav: Tavîn Têkoşîn
Nav paşnav: Sîbel Çelîk
Cihê jidayikbûnê: Elmanya
Dayik-: Nazîme
Bav: Hayrî
Dem û cihê şehadetê: 23’ê Çileya 2023 / Besta

Dagirkeran 54 caran êriş kir, 5 dagirker hatin cezakirin

Back to top button