Li Fransa krîza sotemeniyê

Li Fransa greva karkeran bûye sedema pirsgirêka di sotemeniyê de.
Di vê çarçoveyê de, karmendên beşa enerjiyê jî dest ji kar berdan.
Mîna ku ev yek jî bi têrê nake, karmend û mamosteyên sektora veguhastinê jî îro ji bo daxwaza zêdekirina mûçe dest ji kar berdan.
Bi berfirehbûna grevê re, êdî hikumeta welat ketiye nava tengaviyê.

Rêveberiya Rêyên Hesinî ya Neteweyî (SNCF) ragihand ku ji sedî 50 karmend beşdarî grevê bûne.

Karkerên di grevê de tevî paytext Parîs îro li bajarên mezin çalakî pêk anîn.

Grevên dawî yek ji serêşiya herî mezin e ji bo Serokkomar Emmanuel Macron ku di hilbijartinên meha Gulanê de cara duyemîn hate hilbijartin bû.

Hikumet li cihê daxwazên karkeran pêk bîne, dest danî ser rafîneyên petrolê û xwest krîzê wiha çareser bike.

Greva karkerên Fransa belav dibe

Lê ev yek ji aliyê sendîkayên karkeran ve rastî bertekên tund hat.

Berdevkê Hikûmetê Olivier Veran diyar kir ku ew gav paşde navêjin û hişyarî da ku ji ber qelebalixiya li ber benzînxaneyan dewam dikin, dibe ku tankên sotemeniyê yên din bên desteserkirin.

Veran wiha got:

“Tevî lihevkirina bi sendîkayan re, bi zêdebûna mûçeyan re ne asayî ye ku greva li parzûngehan bidome.

Eger pêwist bike, dibe ku hikûmet biryara desteserkirina cihên din bide.”

Her çendî kargehên parzungehan biryara zêdekirina mûçeyan a sedî 7 dan jî karker vê yekê red dikin.

Sendîkaya karkeran CGT bi hinceta enflasyonê dixwaze mûçe ji sedî 10 bê zêdekirin.

Di vê navberê de Eurostar ragihand ku ji ber grevê hin seferên di navbera Parîs û Londonê de hatine betalkirin.

Xebatkarên beşa enerjiyê jî dest ji kar berdan

Çapemeniya Fransî ragihand ku, ji ber beşdarbûna karmendên giştî di grevê de, karê li dezgehên hikûmetê bi taybetî li dibistanan bi awayekî berçav hatiye astengkirin.

Sendîkaya herî mezin ya karkerên Fransa CGT di 18’ê Cotmehê de, banga grevên giştî kiribû.

Tê çavrêkirin ku di hilberîna elektirîkê de qutbûnên bibandor pêk werin.

Back to top button