Newroz Uysal: Tecrîd berdewamiya Komploya Navnetewî ye

Parêzer Newroz Uysal der barê Komploya Navnetewî de nirxandin kir û got:” Tecrîd berdewamiya komploya Navnetewî ye, pergala li Îmraliyê hatiye avakirin roj bi roj kortir dibe.”Newroz bang kir ku divê CPT’ê li dijî tecrîdê gavên hin bi bandor biavêje.

J i parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Newroz Uysal d erb ar ê tecrîda giran kirî , cezayê disiplin ê û qedexeyên hevditina bi Rêber apo re nirxandin kir.

Newroz Uysal da zanîn ku ji Adara 2021’an ve ti hevdîtin bi rêber Ocalan re çênebûye û got:

Em hefteyê du caran serlêdana parêzer û carek jî ya malbatê dikin.

Serlêdanên me bêbersiv tên hiştin û ev pêkanîn rewşekê ji Îlona 2018’an û vir ve tê pêkanîn e.

Tecrîd dewama Komploya Navnetewî ye.

Em bi windakirina pir cidî ya mafan re rû bi rû ne.

Newroz Uysal: Divê CPT gavên çalak bavêje

Newroz bal kişand ser hevdîtina CPT’ê pêkanî jî û wiha bi lêv kir:

Hem ji aliyê berpirsyarî û hem jî ji aliyê raya CPT’yê ve, li Îmraliyê rasterast rewşa muhatabiyet dibe mijara gotine.

Herî dawî me bihîst ku Birêz Ocalan nederketiye hevdîtine.

Tevî ku me ev yek ragihandin jî, heta niha me ji CPT’ê ne daxuyaniyek ne jî tespîtek nedît.

Divê CPT’ê li dijî tecrîdê gavên hin bi bandor û fonksiyonî biavêje.

Newroz Uysal: Pergala li Îmraliyê hatiye avakirin roj bi roj kurtir dibe

Parêzer Newroz diyar kir ku pergala hatiye avakirin roj bi roj kurtir dibe û got:

Siyaseta ku aqlê komploger avakiriyê berdewam dike.

Pergala tecrîdê ya piştî pêvajoya komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan hat pêşxistin li girtîgehê, wek encama polîtîkayeke bihişmend de derket holê.

Gel Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê muxatab digere.

Back to top button