Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di 24 seatên dewî de, 77 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin.
Hevserokê desteya Tenduristiyê D.Ciwan Mistefa diyar kir ku 6 kesan jiyana xwe ji dest da.
Desteya Tenduristiyê diyar kir ku kesên pêketî..
- 23 li şehba
- 11 li Reqa
- 9 li Hesekê
- 9 li Tepqa
- 9 li Dêrik
- 7 li Qamişlo
- 5 li Kobanê
- 3 li Minbic
- 1 li Amûdê
Li gel van pêketiyan, D.Ciwan Mistefa eşkere kir ku 13 kes jî, ji vîrûsê baş bûn.
Bi van daneyên dawî re, jimara pêketiyan li herêmê dibe 7 hezar û 31, ji wan 195 kes jiyana xwe ji dest daye û hezar û 32 kes jî başbûne.