Dewleta Tirk li ser şopa Osmniyan heta roja îro komkujiyan dewam dike

Îro 6 Gulanê ye. Ev roj li cem gelê Sûrî û Lubanê weke Roja Şehîdan e. Dewleta Osmanî ya ku gelek komkujî li dijî gelên herêmê pêka anî, 106 sal berê li Şam û Beyrûdê 21 rewşenbîr û siyasetmedarên ereb bi dar ve kir. Dewleta Tirk jî li ser şopa Osmaniyan sûc û komkujiyan îro jî li dijî gelê herêmê dewam dike.

Îro 6 Gulanê ye.

Di dîroka nûjen a gelê Sûrî û Lubanê de rojeke biêş e û weke roja şehîdan tê naskirin.

Dewleta Osmanî ku dîroka xwe bi komkujî û qirkirinên gelan hatiye naskirin, di vê rojê de di sala 1916’ê an de 21 rewşenbîr û welatparêzên Sûrî û Lubanî li Beyrût û Şamê bi dar ve kir.

Bi destpêka Şerê Cîhanê yê Yekem sala 1914’an de, Cemal Paşa Sefah weke fermandarê Bilad El Şam hate erkdarkirin.

Imparatoriya Osmanî siyaseta xwe ya desthilatdarî, talankirin û tirkkirina çand û ziman li ser herêmê ferz kir.

Ev siyaset hişt çirûska şoreşê di nava ronakbîr û siyasetmedarên ereb de dest pê bike.

Cemal Paşa bi hemû rê û rêbazan xwest vê şoreşê têk bibe.

Lewre bi tawana sixurtiya bi Berîtaniya û Fransa re dijî Tirkiyê rewşenbîr û siyastemedar kirin hedef.

Bi vê yekê re li dijî şoreşgeran û rewşenbîran kuştin û teror zêdetir kir.

Ji ber vê jî her kesên bi guman bi taybetî rewşenbîr, siyasetmedar hatin darvekirin.

Di 20`ê Tebaxa 1915`an de rêzedarvekirin dest pê kir.

Yekemîn darvekirin li Beyrûtê pêk hat.

Leşkerên artêşa Osmaniyan hejmareke welatparêzên Sûriyê, Lubnanê û Filistînê bi darve kir.

6`ê Gulana 1916`an li Beyrût û Şamê rojeke biêş bû.

Hejmara herî zêde ya rewşenbîr û siyasetmedaran di wê rojê de hatin bidarvekirin.

Li Şamê li Qada Mercê 7 rewşenbîr û welatparêzên Ereban ên navdar hatin bi darvekirin,

Li Beyrûtê jî 14 rewşenbîr li Qada Burc hatin bidarvekirin.

Ev her du qad piştre navê Qada Şehîdan lê hate kirin.

Rêzedarvekirinên Cemal Paşa bi dawî nebûn.

Ev siyaseta xwînmij ji bo têkbirina tevgera neteweyî ya Ereban li Sûriyê û Lubnanê dewam kir.

Gelek rewşenbîrên din di destpêka 1917`an de li Şamê hatin bidarvekirin.

Dewleta Tirk a mirasgirê dewleta Osmanî ye, komkujî û qirkirin li dijî gelên herêmê dewam kir û ev komkujî, heta roja me ya îro jî dewam dikin.

Back to top button