Ebid Hamid El Mihbaş bû serokê partiyê yê nû

3’yemîn kongreya Partiya Sûriya Pêşerojê li bajarê Reqayê hate li darxistin.

Di kongreyê de bi sedan endamên Partiya Sûriya Pêşerojê, nûnerên Rêveberiya Xweser, Meclisa Sivîl a Reqayê, partiyên siyasî, rûspî û şêxên eşîrên Ereb û Kurdan amade bûn.

Serokê partiyê Îbrahîm El-Qeftan di kongreyê axivî û got: “Bêyî Rêveberiya Xweser aloziya Sûriyê nayê çareserkirin.”

Di dawiya kongreyê de Ebdilhemid El Mihbaş weke Serokê partiyê û Sîham Dawud jî weke sekretera giştî ya partiyê hatin hilbijartin.

Di bin dirûşmeya ‘Sûriyeke demokratîk pirrengî û nenavendî, rêveberiya me nasnameya me ye, hêzên me serbilindiyên me ne, partiya me hêviya me ye” îro 3. kongreya Partiya Sûriya Pêşerojê li hola Tac ya li Reqayê hate li darxistin.

Bi sedan endamên Partiya Sûriya Pêşeroj, nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û yên serbixwe, rûspî û şêxên eşîrên Ereb û Kurdan, malbatên şehîdan û gelek kesayetên din beşdarî kongreyê bûn.

Di destpêka kongreyê de cîgirê serokê Nivîsgeha Perwerdeyê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Îyad El-Xetîb axivî û got:

“Em hêvîdar in ku kongre bikevin xizmeta tevahî gelê Sûriyê û hêviyên wê pêk bîne.”

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan jî di kongreyê de axivî û wiha got:

“Hêvîya me ew e ku ev kongre bikeve xizmeta berjewendiyên gelên Sûrî.

Wê ev partî hîna bi pêş bikeve û berfirehtir bibe da ku rêjeyeke mezintir a Sûriyan bigire nava xwe.

Partiya me nirxên biratî, lihevhatin û jiyana hevbeş a di navbera gelan û olan de û nirxên modernîteya demokratîk ji xwe re kir bingeh.”

Piştî axaftinan rapora rêxistinî hate xwendin û ji aliyê beşdaran ve li ser hate nîqaşkirin.

Paşê hilbijartinên serokatiyê hatin kirin.

Ebid EL-Hamid El-Mihbaş wekî serokê partiyê, Sîham Dawûd jî cardin wekî sekertera giştî ya partiyê hatin hilbijartin.

Kongre bi encamnameyekê bi dawî bû û hin ji xalên encamnameyê jî ev in:

-Ji bo rawestandina şer û pêkanîna aştiyê li Sûriyê, berdana girtiyan, eşkerkirina çarenûsa kesên windayî û vegerandin penaberan li cihên wan wê xebatê bên meşandin.

-Ji nû ve vekirina dosyaya şehîdxistina Hevrîn Xelef ji bo dadgeha navnetewî û hesapirsîn ji tavahî kesên di vê tewanê de cih girtine.

-Dawîanîna li dagirkeriyên li Sûrî, bi taybetî jî dagirkeriya dewleta Tirk.

Back to top button