KCK: Divê di dema karesatên wiha de civak piştgiriya hev bikin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî erdheja ku bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê rû da daxuyaniyek da û diyar kir ku li welatekî mîna Tirkiyê ku gel û bawerî li hev hatine sorkirin, di dema karesatê de piştevanî gîrîng e û wê civak bêhtir nêzî hev bibin.

KCK’ê ji malbat û xizmên kesên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan, sersaxî û ji birîndaran re jî şifa xwest.

Di daxuyaniyê de hate gotin,

“Karesatên mîna erdhejê rewşên wisa ne ku bawerî û nasname çi dibe bila bibe divê piştevaniya civakî di asta herî bilind de bê nîşandan.

Li welatekî mîna Tirkiyê ku gel û bawerî li hev hatine sorkirin, piştevanî dermanê nexweşiyên bi vî rengî ye. Di dema karesatê de bi piştevaniyeke wiha re nebaşî dikare bê-kêmkirin û civak bêhtir nêzî hev bibin. Ji ber vê yekê piştevaniya civakî gelekî girîng û hêja ye.

Gelê Kurd jî li her devera ku lê ye, ji bo pêçandina êş û birînên xwişk-bira û cîranên xwe, wê bi berpirsyariya xwe rabe. Em di wê baweriyê de ne ku karesatên bi vî rengî wê nirxên civakî û biratiyê yên gelan xurtir bikin.”

Back to top button