Rewşa li Hindistanê roj bi roj xerbartir dibe û herî dawî 392 hezar û 488 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin û 3 hezar û 689 jî mirin.
Ji bo rêgirtina li ber vê rewşa kambax, hikûmeta Rûsî qefleyeke Vaksîna Sputnikê şand bajarê Heyder Ebadê yê Hindistanê.
Wezareta Derve ya Hindî da xuyakirin ku ev qefle ji 15 hezar derziyan pêk tê û paşê wê bi milyonan derzî werin şandin û got ku hin plan hene ew bi xwe Vaksînê çêkin.
Li Delhiyê ji 18 heya 44 salan tên derzîkirin
Li paytexê Delhiyê, jimareke nexweşxaneyên taybet dest bi derzîkirina temenên di navbera 18 û heya 44 de kiriye.
Hikûmeta Iraqê dê 2 balafiran ji bo vegerandina welatiyên xwe bişîne
Di çarçoveyê de, balyozê Iraqî yê li Hindistanê Felah El-Saidî ragihand ku ji Duşemê anku sibe de, dê hemû welatiyên Iraqê yên ku bixwazin vegerin, vegerînin.
Felah El-Saidî anî ziman ku niha 500 kes dixwazin vegerin û hikûmeta Iraqê dê ji bo wan 2 balafiran bişîne.