Salvegera 31’emîn a şehadeta hûnermend şehîd Hozan Mizgîn

Îro salvegara 31’emîn a şehadeta hunermend, şoreşger, fermandar û pêşenga têkoşîna jinê Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) e.
Hozan Migîn hûnera xwe xist xizmeta şoreşê û bi têkoşîna xwe ya şoreşgerî bû mînak
Derbarê şehîd mizgîn hevalên me dosyayek amadekirine em bi hev re temaşe bikin.

Ew deng dengê Mizgîn’a leheng, dengê Gurbet Aydin’a çeleng e.

Ew bû sekna bi rûmet ya Rindêxanê, awazên Meryem Xan û Eyşe Şanê .

Gurbet Aydin bi nasnav Hozan Mizgîn sala 1962`an li gundê Bilaydir ê girêdayî Êlihê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk dibe.

Heval Mizgîn bi rêya fermandar Masûm Korkmaz “Egîd” tevgera rizgariya Kurdistanê nas kir.

Di sala 1980 tevlî nava refên tekoşîna azadyê bu.

Li Batmanê tev li tevgerê bû, piştre berê xwe da Akademiya Masûm Korkmaz a li Lubnanê.

Li wê derê hem rêber Abdullah Ocalan hem jî perwerdeya îdeolojî û leşkerî dibine.

Piştî akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz diqedîne, sala 1983`an ji bo Ewropa tê erkdar kirin.

Rêber Apo erka rêxistinkirina xebatên Hunerkom û avakirina Koma Berxwedan didê pêşiya wê.

Heval Mizgîn û heval Sefqan bi kedekê mezin vê xebatê bi rengekî serkeftî birêxistin dikin û didin meşandin.

Di heman demê de heval Mizgîn cihê xwe di nava xebatên rêxistinkirina civakê de digirê.

Bi dilnizmî, coş û heycana xwe dikarî di demeke kurt de bandora xwe li ser hemî heval û gelê herêmê bide çêkirin.

Teybet di damezrandina rêxistina yekemîn ya jinê de cih digrê.

Xebatên damezrandinê kongra YJWK di sala 1987 didê meşandin.

Ew van xebatan ji bo xwe têrker nabîn e.

Bi israr dixwazê cihê xwe di nava qadên şer de bigrê.

Wê baş dizanî bu ji bo afirandina hunereke azad, pêwîstî bi welatek azad heye.

Sala 1990`î Hozan Mizgîn berê xwe da çiyayên Kurdistanê û dibe fermandara eyaleta Gerzanê.

Ew şoreşger, hunermend û fermandarek bu.

Weke fermandara yekemîn a tevgera azadiya jine yê.

Yekem jina ku di asta eyaletê de berpirsyartî girtiye ye.

11`ê Gulana 1992`an li Tatwana Garzana Bakurê Kurdistanê artêşa Tirk dest bi operasyonê dike.

Hozan Mizgîn heta dawiyê şer dike û tev li karwanên şehîdan dibe.

Hozan Mizgîn di kesayeta xwe de eqşa Dewrêşê Evdî û Edulê, Mem û Zîn, Siyabend û Xecê zindî dikir û evîna wan bi welat re girê da û gihand serkeftinê.

Ew bû qêrîna Besê û Zarîfeyan ku di kurahiya zinar û kendalan de olan dide.

Back to top button