Li Başûrê Kurdistanê piştgiriya ji bo Partiya Çepên Kesk

Nûnerên saziyên li Şengalê di hilbijartinên Tirkiyê de piştgiriya xwe ji bo Partiya Çepên Kesk anîn ziman û gotin: “Dem hatiye dawî li sîstema êşkenceyê ya Erdogan were.” Mamostayên hewlêrê jî diyar kirin ku serkeftina Partiya Çepên Kesk ya hilbijartinê tê wateya serkeftina gelê Kurd

Biryare ku hilbijartinên serokkomarî û giştî yên Tirkiyê di 14’yê Gulanê de bên kirin.

Ji bo Partiya Çepên Kesk piştgirî û eleqeyek mezin li her deverê Kurdistanê heye.

Gelê Başûrê Kurdistanê jî piştgirya xwe ji bo Partiya Çepên Kesk tînin ziman.

Xelkê Êzidî derbarê girîngiya hilbijartinên li Tirkiyê de ji Rojnews re axivîn.

“Heya Sîstema Desthilat a Tirkiyê têk neçe wê aramî peyda nebe”

Nûnerên saziyên li Şengalê di hilbijartinên Tirkiyê de piştgiriya xwe ji bo Partiya Çepên Kesk anîn ziman û gotin:

“Êdî dem hatiye ev sîstema êşkenceyê bê guhertin, ji ber ku heya ev sîstem li ser desthilatiyê be ewê aştî û aramî li Rojhilata Navîn pêk neyê.”

“Serkeftina Partiya Çepên Kesk tê wateya serkeftina hemû Kurdan”

Mamostayên Hewlêrê jî piştgiriya xwe ya ji bo Partiya Çepên Kesk nîşan dan û gotin: “Serkeftina Partiya Çepên Kesk ya hilbijartinê tê wateya serkeftina gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê.

Ji ber ku Partiya Çepên Kesk guhertinek mezin di siyaseta Tirkiyê de dike.

Lewra pêwîste hemû aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe nîşan bikin.”

Back to top button