Tirkiye di mijara azadiya çapemeniyê de di rêzên dawî de ye

Ji bo naskirina rewşa li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, naskirina azadiya çapemeniyê têrker e.
2002’an li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî, Tirkiye di mijara azadiya çapemeniyê de di rêza 99’an de bû.
Di sala 2023’an de, Tirkiye di nav 180 welatan de di rêza 165’an de cih girt.

Îro 3 Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî ye.

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) bi vê bûneyê Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya sala 2023’an weşand.

Di endeksê de, 180 welat cih digrin.

Li gorî endeksê rewşa Tirkiyê weke “Zexta li ser rojnamegeran zêde dike”, “Bi taybetî girtinên girseyî yên li dijî rojnamegerên Kurd” û “gefê li faktorên civakî yên azadiya çapemeniyê dixwe” hatin binavkirin.

Tirkiye li gorî heman endeksê 2021’an di rêza 153, sala 2022 bi hinceta ku “Rojnameger serbest tên berdan, li cihê girtinê kontrola edlî tê tercîhkirin û rêxistinên azadiya ramanê têkoşîneke bi bandor dimeşînin” derket 149’an.

Lê ev rêje îsal 16 pêlan derket jor û bû welatê herî zêde zexta li ser çapemeniyê lê dijwar bûyî.

2002’an dema AKP hat ser deshilatê Tirkiye wê demê di rêza 99’an de bû.

Di çarçoveya endeksa ku ev 21 sal in bi rêkûpêk tê weşandin de, rewşa azadiya çapemeniyê li 31 welatan wekî “pir xirab”, li 42 welatan “xirab”, li 55 welatan “pirsgirêk” û li 52 welatan jî “pir baş” tê destnîşankirin.

Di vê çarçoveyê de Tirkiye ji beşa “pirsgirêk” derbasî ya “pir xerab” bû.

Tirkiye di zexta li ser çapemeniyê de nêzî Koreya Bakur bûye

Li gorî vê endeksê, Norwêc a 7 salin her tim di rêza yekem de cihê xwe digire, îsal jî ev yek parast.

Îrlanda û Danîmarka jî Norwêcê şopandin.

Vîetnam, Çîn û Koreya Bakur jî cihê xwe di rêzên dawiyê de girtin.

Di dema amadekirina endeksê de bi dehan pîvanên, piralîbûn, hawîrdora medya û serxwebûn, sansûr û destwerdanên nûçeyan, çarçoveya qanûnî, zelalî, binesaziyê û binpêkirin, li ber çavan tên girtin.

Di Roja Azadiya Rojnamegeriya Cîhanê de 5 rojnamevan hatin girtin

Back to top button