Piştî 13 salan Serokomarê Îranê li ser rêya Şamê ye

Piştî 13 salan Serokomarê Îranê û şandeyek pêre serdana Şamê dikin.
Rojeva sereke têkliyên siyasî û aborî yên navbera Şam û Tehranê de ye.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan bi peyameke li ser hesabê xwe yê Twîtterê diyar kir ku wê li gel Reîsî berê xwe bidin Şamê.

Ebdulahiyan ev yek weke serkeftinek ji bo dîplomasiya hikumetê bi nav kir.

Di nava şandeya Îranê de, wê kesên payebilind yên siyasî û aborî hebin.

Wezîrê Îranê daxuyakirin ku ev serdan bi vexwendnameyeke fermî ya ji aliyê serokê hikumeta Şamê Beşar El-Esed ve wê pêk bê.

Li gor nûçeyên di çapemeniyê de derketine pêş, ev serdan wê du rojan dewam bike.

Têkliyên siyasî û aborî wê rojevên sereke yên niqaşê be.

Balkêşe ku ev serdan piştî civîna pêncalî ya di navbera Sûriye, Erebistana Siûdî, Ûrdin, Misir û Iraqê de wê pêk bê.

Serokê Îranê hefteya bê serdana Şamê dike

Back to top button