Li dijî tecrîdê çalakiya HDPê ya Nobeta Edaletê didome

Parlamenterên HDP’ê ên di çalakiyê nobetê ya li dijî tecrîdê de ne diyar kirin, ji bo rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan ewê têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li dijî Tecrîdê dewam dike.

Ji bo Rêber Apo bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, Parlamenterên HDP’ê 27 rojin di çalakiyê de ne.

Îro jî Parlamenterên HDP’ê li ber Meclisê yê li Enqereyê daxuyanî dan.

Di çalakiya de Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşcier axivî.

Parlamenterên HDP’ê: Divê Kurd li dijî tecrîdê yekitiya xwe ava bikin

Îmam Taşçier diyar kir ku ew ji jiyana Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê bi fikar in û got: “Ji bo Kurd tecrîdê bi dawî bikin û xwe bi rêve bibin divê yekitiya xwe ava bikin”

Taşcier diyar kir, ji bo rakirina tecrîdê, ew ê têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin û bang li Wezareta Edaletê û saziyên têkildar kir ku demildest tecrîdê bi dawî bikin.

Back to top button