Rêveberiya Sivîl a Minbicê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk hemwextî Roja Aştiyê ya Cîhanê hatine kirin, armanc jê têkbirina ewlehiyê ye.
Li dijî hemû cure êrişên dagirkeriyê rêveberiyê ragihand ku ew ê bi yekdestî bisekinin û heta serkeftinê li ber xwe bidin.
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ya Minbicê têkildarî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê ên li dijî bajêr daxuyanî da
Gelek şêx û rûspiyên eşîran û nûnerên partiyên siyasî jî bi beşdariya xwe piştgirî dan daxuyaniyê.
Rêveberiya Minbicê bal kişande ser êrişa dewleta Tirk a doh ku di encamê 4 zarok hatin qetilkirin.
Rêveberiyê diyar kir ku êrişên hemwextî Roja Aştiyê ya Cîhanê hatine kirin, armanc jê têkbirina ewlehiyê ye û wiha hat gotin:
“Armanca wan êrişan qetilkirin, koçberkirin, xirakirina ewlehî û aramiyê ye.”
Li hemberî sûcên dewleta Tirk Rêveberiya Minbicê bang li sazî û rêxistinên pêywendîdar kir ku bi erka xwe rabin.
Rêveberiya Sivîl a Minbicê: Li dijî êrişan em ê bi yek destî bisekinin
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê di dawiyê de destnîşan kir ku ew ê li dijî hemû cûre êrişên dewleta Tirk û komên wê bi yekdestî bisekinin û ev peyam da:
Em ê heta pêkanîna serkeftinê û rizgarkirina herêmên dagirkirî rêya şehîdan bişopînin.”