Mûrat Karayilan: Plana rejîma AKP-MHP ya Mîsaqa Milî bi ser neket

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan anî ziman dewleta Tirk ku plana wê ya dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê li Zapê aliqî, lewma berê xwe daye Rojava û got: “Pêvajoya li pêş pêvajoyek awarte ye. Divê her kes di vê pêvajoya awarte de bi tevlîbûn û fedekariyeke mezin wezîfeyên xwe biparêze.”

Beşa duyem a hevpeyvîna Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan ku ji ajansa Firatê re axivî hate weşandin.

Mûrat Karayilan êrişên dewleta Tirk yên li dijî Zap, Avaşîn, Metîna û herêmên Başûrê Kurdistanê nirxand û wiha got: “Dewleta Tirk, du sal in ku tevî erêkirina hikûmeta Kazimî ya li Iraqê û piştgiriya PDK’ê û sûcên xwe yên şer, nekariya Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike.

Rejîma AKP-MHP’ê pêngava destpêkê ya xwegihandina sînorên Misaqa Milî ku plan dikir pêk neanî.

Ev plan li dîwarê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ket.”

Mûrat Karayilan: Sala 2023’an dê ji gelek aliyan ve cuda û girîng be

Karayilan diyar kir ku hemû pêvajoyên Tevgera wan weke pêvajoyên girîng hatine jiyîn û got: “Rêber Apo gotibû ‘Têkoşîna tevgera me têkoşîneke bênavber e.’

Yanî Tevgera me her sal dighêje qonaxekê.

Lê belê, ji xwe tê dîtin ku sala 2023 dê ji gelek aliyan ve cûda û girîng be.

Dibe ku Têkoşîn di dîroka me de bibe sala herî girîng.”

Mûrat Karayilan: Dewleta Tirk li Zapê asê ma û lewma berê xwe daye Rojava

Mûrat Karayilan diyar kir ku planên rejîma AKP-MHP’ê ya dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tevahî, li Zapê aliqiye û wiha dewam kir:

“Eşkere bû ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê nekarî ji xwe re çîroka serkeftinê çêbike.

Rejîma AKP-MHP’ê ji bo ku di hilbijartinê de bi ser bikeve pêdivî bi çîrokeke serkeftinê heye.

Lewma niha berê xwe daye Rojava.

Rewşa ku ji aliyê Rûsya, Sûriye û Tirkiyê ve bi hev re hatiye pêşxistin jî bi geşedanên nû re girêdaye.”

Mûrat Karayilan: Divê her kes destê xwe bixe bin bar ku bi serkeftin misoger bibe

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan anî ziman ku pêvajoya li pêş pêvajoyekî awarte ye û ev bang kir: “Divê her kes di vê pêvajoya awarte de bi tevlîbûn û fedekariyeke mezin wezîfeyên xwe biparêze.

Bi taybetî li Kurdistanê tevlîbûna hêzên têkoşer, bi taybetî jî ciwan û jin wê di vê serdemê de di diyarkirina encamê de xwedî roleke girîng bin.

Eger tevgera ciwan û jinan rola xwe bi vî awayî bi barhilgiriyê bilîze, wê pêvajo teqez bi serkeftinê tacîdar bibe.”

Back to top button