Li Zahîdanê dirûşmeya ‘Bêdengî Koletiye Berxwedan Jiyane’

Raperîna li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” berdewam dike. Li Sine heta Zahîdanê dirûşmeya “Berxwedan Jiyane” berz bû û çalakî hatin lidarxistin. Li aliyê din dewleta Îranê du ciwanên din darvekirin.

Serhildana gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” didome.

Tevî hemû gefên dewleta Îranê jî çalakiya welatiyan 113 roj in bê navber berdewam dike.

Li Zahîdanê duh hezaran kes daketin kolanan û li dijî desthilata Îranê dirûşme berzkirin.

Her wiha di xwepêşandanên Zahîdanê de, dirûşmeyên, “Bêdengî koletiye, Berxwedan Jiyane” hatin gotin.

Bi heman awayî jinên Zahidanê jî daketin qadan û banga geşkirina serhildanê li dijî desthilatiyê kirin.

Jinên Belûçî banga geş kirina serhildanê kirin

Her wiha jina Belûçî jî diyar kir ku hêzên dewletê bi awayekî dijminane welatiyan qetil dike û ev yek şermezar kir û banga geşkirina serhildanê kir.

Li Sine heta zahidanê serhildan didom

Li bajarê Sine jî careke din ciwan daketin qadan û bi pêxistina agir rê girtin û dirûşmeya, “Kurdistan goristana faşîstan e” gotin.

Ji bo çalakiyên sibê bangawazî hate kirin

Her wiha hat bibîrxisitn ku banga çalakiya gelemperî ya di 8’ê Çile de hate kirin.

Gelek xwendekarên zanîngehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyên sibe anîne ziman.

Dewleta Îranê du ciwanên din jî darvekirin

Li aliyê din dewleta Îranê 2 welatiyên din ên bi navê Muhamed Mehdî Karamî û Seyîd Muhemed Huseyînî, bi hinceta tevlî xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bûne, hatin darve kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Îranê berî niha du ciwanên bi navê Muhsîn Şikarî, Mecîd Riza Rehnewerd bidarve kiribûn.

Back to top button