Caferî: Diziya petrola Sûrî ji aliyê kurê Erdogan ve tê rêvebirin

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Beşar Caferî, îttîrafên Sedat Peker ên der barê dizî û talana dewleta Tirk a li Sûrî piştrast kir û got ku dizîya petrol û gaza Sûrî ya xwezayî rast e rast ji aliyê kurê Erdogan ve tê birêvebirin.

Ev demeke serçete Sedat Peker ji ber şerên desthilatdariyê bi Erdogan re hemû qirêjî û sûcên xwe yên bi Erdogan re li Sûrî pêkanîne parve dike.

Sedat Peker herî dawî diyar kiribû ku desthilata Erdogan bazirganiya çek û petrolê ya derqanûnî bi rêka wî pêk dianî.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Beşar Caferî, têkildarî mijarê ji ajansa دويتشه فيله Deutsche Welle (DW) ya Almanî re axivî.

Caferî, têkildarî îttîrafên Sedat Peker yên derbarê dagirkerî û dîzî û alana Tirkiyê ya li Sûrî ev tişt gotin.

“Gotinên Sedat Peker ên derbarê dizîna pergala Erdogan a petrol, gaza xwezayî û dexl û danê me de rast in.

Lewre em bixwe bûn şahid ku dizîna DAIŞ’ê ya petrol û gaza me ya xwezayî rasterast ji aliyê kurê Erdogan ve hat birêvebirin.

“Kiryarên dewleta Tirk ên gûhertina demografîk nema tê qebûlkirin”

Caferî di nirxandinê xwe de diyar kir ku dewleta Tirk ne tenê petrol û xaza Sûrî dîziye, balkişand li ser polîtîkayên guhertina demokrafîk û got:

“Pêvajoya tirkkirinê ya Tirkiyeyê ku li deverên dagirkirî yên bakur û rojavayê bakurê Sûriyeyê dimeşîne êdî hatiye asta ku nayê qebûlkirin.

Dewleta Tirk herêm dagir kiriye perê Tirkiyê ferz kiriye, li şûna ala Sûriyeyê ala tirk heye.

Navên dibistan, kuçe û qadan hemû veguherandine Tirkî.

Hemû alavên sanayî û yên tekstîê vediguhezînin Tirkiyeyê. Ev nayên qebûlkirin.”

Di dawî de Caferî da zanîn ku tevî wan der barê dagirkeriya Tirkiyê de 108 name ji Konseya Ewlehiyê, Sekreteriya Giştî ya NY û Komîsyonên Jêr ên NY re şandine jî heta niha encamek negirtine.

Back to top button