PDK’ê li deriyê Sêmalka edîtorê Rojnews’ê Silêman Ehmed revand

Edîtorê beşa Erebî ya Rojnews Silêman Mihemed Ehmed, yê ku ji bo serdana malbatê çûbû Rojavayê Kudistanê, di dema vegera wî de li Sêmalka ji aliyê çedarên PDK’ê ve hat binçavkirin.
Ji wê demê de ti agahî jê nayê girtin.
Malbata Silêman banga eşkere kirina rewşa wî kirin.

Silêman Mihemed Ehmed nêzî 5 sal di beşa Erebî ya ajansa Rojnews de wek edîtor dixebitî.

Silêman Ehmed, roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe li Taxa Şêx Meqsud a Helebê.

Silêman roja 25’ê Cotmehê dema di deriyê Sêmalka re derbasî Başûr bibe, ji aliyê PDK’ê ve hat binçavkirin.

Dayika Silêman: Divê rewşa kurê min were eşkere kirin

Dayika Silêman, Sultana Ehmed diyar kir ku dema Silêman li ser rêya Başûr bû, piştî ku deriyê Sêmalka derbas kir, agahî jê qut bûn.

Dayikê got ku herî dawî beriya ku deriyê Sêmalka yê girêdayî PDK’ê derbas bike, bi telefonê axivîn.

Ev jî nîşan dide ku ew ji ailyê çekdarên PDK`ê ve hatiye binçavkirin.

Dayika Silêman Sultana Ehmed, bang li ailyên peywendîdar ên Başûrê Kurdistanê kir ku çarenûsa kurê wê eşkere bikin.

Back to top button