Di êrîşa Tirkiyê ser Dihokê Zilamek jiyana xwe ji dest da

Îro artêşa Tirk êrîşek bir ser Dihoka Başûrê Kurdistanê, di encamê de zilamek bi temen jiyana xwe ji dest da.

Danê êvarî balafirên artêşa Tirk a dagirker herêma Geliyê Balîndeyan yê li sînorê gundê Sîda yê Şêladizê bombebaran kir.

Di encamê de welatiyê bi navê Xelîl Sîdanî jiyana xwe ji dest da.

Hate zanîn ku Xelîlê ku jiyana xwe ji dest da 50 salî bû û ew di qesabiyê de kar dikir û bavê sê kur 4 keçikan e.

LI HERÊMA BRADOSTÊ, ZAROKEKÎ 12 SALÎ BI GIRANÎ BIRÎNDAR BÛ

Her wiha li gundê Dayla jî yê binarê çiyayê Ketkîn ê li herêma Bradost ji ber gulebarana leşkerên Tirk ên dagirker zarokê 12 salî birîndar bû.

Hate ragihandin zarok bi giranî birîndar bûye û ji bo tedawiyê şandin Nexweşxaneya Soran.

Gundiyên derdorê yên bertek nîşanî bûyerê dan, xwestin artêşa Tirk herêmê terk bike û ji sînorê Herêma Kurdistanê vekişe.

Back to top button