Şandeyek Rûsî ji bo Idlibê li Enqereyê bû

Dewleta tirk a dagirker ji bo çeteyên xwe yên li Idlibê biparêze, civîn li pey civînê li dar dixe. Îro li ser mijarê şandeyek Rûsî serdana Enqereyê kirin û rewşa şerê li Idlibê nîqaş kirin.

Cîgirê wezîrê derve yê tirkiyê Sedat Onal bi şandeya Rûsî ya bi pêşangtiya nûnerê Serokê Rûsiya yê ji bo Sûrî, Alexander Lavrentiev û cigirê wezîrê derve yê Rûsî Sergey Verşînîn re li Enqereyê civiya.

Mijara sereke ya civînê, rewşa dawî ya li Idlibê û nakokiyên di navbera herdu aliyan de bû.

Agahiyên berfireh yên li ser civînê ne hatin parvekirin.

Civîn ji cihê mayî wê sibe dewam bike.

Beriya niha jî li ser mijara Idlibê şandeyên dewleta tirk û Rûsiya 2 carn li hev civiyabûn.

Beriya civînê careke din serokomarê Tirkiye Erdogan gefa xwe ya li dijî hêzên rejîm û Rûsiya xar.

Back to top button