Çalakiyên bersivdayînê yên Hêzên Rizgariya Efrînê

Hêzên Rizgariya Efînê, li Bab, Marê û Şêrawa li dijî hêzên dagirker çalakiyên bersivdayînê pêk anîn.
Di encamê de 5 endamên hêzên taybet ên artêşa Tirk hatin kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê dîmenên çalakiyên xwe bi raya giştî re parve kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku yekîneyên wan li dijî hêzên dagirker çalakiyên bersivdayînê pêk anîn.

Li gorî daxuyaniyê;

1’ê Cotmehê, li herêma Babê li dijî baregehek artêşa Tirk a dagirker çalakî pêk hat.

HRE: Li Babê 5 dagirker hatin kuştin

Di encamê de 5 endamên hêzên taybet ên artêşa Tirk hatin kuştin û hejmareke nediyar jî birîndar bûn.

Her wiha erebeye zirpoş ya artêşa dagirker jî hate rûxandin.

HRE: Li Şêrawa çeteyek hat kuştin

4’ê Cotmehê, li herêma Marê di encama çalakiya sekvanî de çeteyek birîndar bû.

Heman rojê Şêrewa çeteyeke artêşa dagirker bi rêbaza sekvaniyê hate kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku ew ê li hemberî êrişên artêşa Tirk çalakiyên xwe ên bersivdayînê dewam bikin.

https://youtu.be/xQ0HVjtb6Vs

Back to top button