Dûran Kalkan ji ANF’ê re axivî

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan têkildarî salvegera komploya navnetewî û têkoşîna li dijî wê axivî.
Dûran Kalkan diyar kir pergala êşkence û tecrîda a girankirî ya li ser Rêber Apo dewama hewildana pêkanîna komployê ye û got:
“Lewma pergala Îmraliyê ya heyî ji bo her kesî, gefek e”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi wesîleya savelgera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê, ji ANF’ê re axivî.

“Rêber Apo bi şêwazê xwe yê têkoşînê komplo têk bir”

Dûran Kalkan diyar kir lêgerîna çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd ya Rêber Apo neçar hişt ku ew here Ewropayê û got:

“Di sala 98’an de çûyîna Ewropayê û lêgerîna çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd bi zehmetiyan tije bû.

Lê dîsa çirûskeke hêviyê hebû û ji bo binirxîne zehmetî dan ber çavan û çû Ewropa. ”

Kalkan diyar kir Rêber Apo bi têkoşîna xwe her cure êrîşên tunekirinê yên komploger têk bir û wiha dewam kir:

“Piştî ku Rêber Apo komplo eşkere kir, banga hişyariyê li gel kir.

Gel ji bo xwedî derketina Rêber Apo daket kolanan.

Bi 9’ê Cotmehê re gel û gerîlaberxwedana fedayî ya “Hûn nikarin roja me tarî bikin” pêş xistin.

Li dora Rêber Apo xeleka parastinê ya ji agir ava kirin.

Kalkan anî ziman, DYE ya ku dixwest di 9’ê Cotmeha 1998’an de Rêber Apo bixe rewşekê ku lê bide û kes nezanibe kê kiriye û wisa tine bike, heta 15’ê Sibata 1999’an bi ser neket û vê carê jî bi berdêla hin bazariyan radestî Tirkiyê kir.

Dûran Kalkan: Îmralî li ser bingehê dewama komployê hate avakirin

Dûran Kalkan destnîşan kir ku divê mirov radestkirina Rêber Apo û pêvajoya Îmraliyê şaş nenirxîne û ev tişt got:

“Ji ber vê yekê beriya ku pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê bê avakirin, divê rastiya komploya 15’ê Sibatê ku êrîşeke darvekirinê ye were dîtin.

Ev êrîşeke plankirî ya li ser înfaza Rêber Apo hatibû plankirin bû.

Îmralî tenê ji bo pêkanîna van pêvajoyan weke cihekî guncaw hatibû amadekirin.

Ji ber van sedeman hewl tê dayîn sîstema qirkirina Îmraliyê, pergala êşkence û tecrîdê bê domandin. ”

Dûran Kalkan: Pergala Îmraliyê ya heyî ji bo her kesî gef e

Di dawî de Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir pergala Îmraliyê ya heyî ji bo her kesî, gef e û got:

“Di heman demê de ji bo her şoreşger û kesên azadîxwaz û demokrat û ji bo hemû mirovahiyê gef e.”

Back to top button