Komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo

Kesayetên navdar yên cîhanê bi boneya salvegera komploya navnetewî bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo dan û ji hêzên navnetewî xwestin ku êdî hevkariyê bi dewleta Tirk re nekin.
Kesayetan diyar kirin tecrîd bi ti awayî nayê qebûlkirin û divê Rêber Apo Azad bibe.

Di asta cîhanê de bertekên li dijî komploya navnetewî û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo zêde dibe.

Kesayetên navdar yên cîhanê bi boneya salvegera komploya navnetewî ji ANF’ê re axivîn.

Dr. Huff: Li her dera cîhanê Ocalan bi ser ket

Ji Zanîngeha Oxforê Lêkolîner Dr. Amber Huff diyar kir dîlgirtina Rêber Apo ji ber sedemên sîyasî û gaveke li dijî tevgera azadiyê ya Kurd bû û wiha got;

“Ji dewleta Tirk hebû ku Abdullah Ocalan dîl bigire û wê karibe bi vî rengî karibe fikirên wî û hêviya ku dide mirovan dîl bigire.

Dewleta Tirk hîn jî Abdullah Ocalan tecrîd dike; ji ber ku ditirse ku fikrên Abdullah Ocalan bandorê li mirovan dike.

Dewleta Tirk hewl dide têkoşîna azadiyê ya Kurd bêdeng bike, lê belê zane ku li her devera cîhanê êdî tevgera Kurd û Ocalan serketî ye.”

Amber Huff diyar kir ku divê piştgiriya gelên Kurdistanê û têkoşîna li dijî komploya navneteweyî bê kirin û got;

“Divê êdî hêzên navnetewî di dîlgirtina Ocalan de hevkariyê bi Tirkiyê re nekin.

Rewşa ku Ocalan tê de ye binpêkirina mafê mirovan e. Em daxwaza azadiya Ocalan dikin.”

Gunter: Azadiya Ocalan ji bo aştiya herêmê girîng e

Ji Zanîngeha Tennessee ya Emerîkayê Prof. Michael Gunter jî bal kişand ser girîngiya azadiya Rêber Apo ya ji bo aştiya li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê.

Gunter got,

“Beriya ku Abdullah Ocalan bê girtin li Şamê min pê re hevdîtin kir. Ne tenê ji bo Kurdan her wiha ji bo Tirkiyê jî azadiya Ocalan gaveke gelekî girîng e.

Eger tê xwestin ku herdu alî bi ser bikevin û aramî pêk were, divê Kurd û PKK ji lîsteyên qedexekirî bêne derxistin.”

Kelman: Tirkiye nikare xwe bi komplo û tecrîdê biparêze

Nivîskarê Skoçyayê James Kelman jî diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo ji aştiyê re xizmetê nake û wiha got,

“Aliyekî komplo û tecrîdê nemaye ku dewleta Tirk xwe pê biparêze.

Kiryarên li dijî Abdullah Ocalan bi ti awayî nayên qebûlkirin.

Mîna herkesî mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan jî heye.

Dîktatoriya Tirkiyê di asta înkarkirina mirovbûna mirovan de ye. Dewleta Tirk komkujiyan dike.”

Back to top button