Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê: Cîgirê hevserokatiya me Ferhad Şiblî di êrişa terorî a dewleta Tirk de şehîd bû

Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê êrişa dagirkeriya Tirk li dijî erebeyeke sivîl li herêma Kelarê ya parêzgeha Silêmaniyê ku di encamê de cîgirê hevserokatiya rêveberiya xweser Ferhad Şiblî şehîd bû bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de rêveberiya xweser daxwaz ji hikûmeta baxda û başûrê kurdistanê kir ku helwesta xwe li hemberî vê êrişê zelal bikin û wiha daxuyaniyê dewam dike:

Duh li parêzgeha Silêmaniyê ya başûrê Kurdistanê balafireke bêmirov a biçek erebeyeke sivîl bombebaran kir.

Cîgirê hevserokatiya rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî tê de bû.

Ew ji ber rewşa xwe ya tenduristî serdana nexweşxaneya Silêmaniyê kir. Lê ji aliyê balafireke dagirkeriya Tirk hat topbarankirin û şehîd bû.

Ev êriş di çarçoveya şerê li dijî rêveberiya xweser de tê kirin.

Dewleta Tirk hewl dide tecrûbeya rêveberiya xweser birûxîne û îradeya gelê me bişkîne.

Ev karekî terorîstî ye. Em ji hikûmeta Iraqê û başûrê Kurdistanê dixwazin ku bi berpirsyartiya xwe rabin û helwesta xwe li hemberî vê êrişê zelal bikin.

Her wiha rêveberiya xweser di daxuyaniya xwe de bang li civata navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ku rê li ber êrişên bi vî rengî ku aramiya herêmê bin pê dike, bigire.

Rêveberiya xweser di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbata Ş.Ferhad Şiblî û tevahî gelê herêmê re xwest.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Divê hikumeta Başûr û ya Iraqê helwestê nîşanî van êrişên terorê bidin

Rêveberiya xweser bang li hikûmetên Iraqê û Başûrê Kurdistanê kir ku helwest nîşan bidin û ev tişt anîn ziman:

“Em kiryarên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar dikin û bang li hikumeta Iraqê û hikumeta herêma Kurdistanê dikin ku berpirsiyariyên xwe bînin cih û li hember vî karê terorî helwesta xwe nîşan bidin.

Dewleta Tirk a dagirker bi şehîdxistina Ferhad Şiblî xwest Rêveberiya Xweser derbe bike û gel qir bike.”

Rêveberiya xweser sersaxî ji malbata şehîd re xwest û banga pêşlêgirtina van kiryran li civaka navnetewî kir û got:

“Em bang li civaka navneteweyî dikin ku zextê li ser dewleta Tirk a dagirker bike, da ku dawî li van kiryarên ku serweriya welatan binpê dike were.

Êrîşên wiha aramiya herêmê têk dibe û ev yek jî li dijî hemû pîvan û qanûnên navneteweyî ye.

Em sersaxiyê ji malbata şehîd Ferhad û hemû hevalên wî yên di Rêveberiya Xweser û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dixwazin.”

Back to top button