Şaredariya Gel a Hecînê ya gundewarên rojhilatê Dêra Zorê bi Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl re projeya sererastkirina stasyona El-Sosê ber bi dawî ve dibe.
Ev stasyon, avê digihîne nêzî 40 hezar kesî û berî 5 salan di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de ji xizmetê derketibû.
Nivîsgeha Xizmetguzariyê ya Şaredariya Hecînê jî ji destpêka Îlona borî de, dest bi sererastkirina stasyonê kiriye.
Stasyona El-Sosê avê ji çemê Firatê dikşîne û bi rêya 3 pompeyan belav dike.
Li gorî endezyarê çavdêriya projeyê Mihemed El-Casêm, stansyon wê dawiya meha Mijdarê bikeve xizmetê.