“Şandeye Iraqî gelek soz da, lê eger pêk nehatin fermiyeta Kazimî namîne”

Serokê PADÊ Omer Salih têkildarî hevdîtina bi şandeya serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re, axivî û got: “Hikumeta Kazimî gelek soz dan, eger sozên xwe bi cih neyînin, wê fermiyeta hikumeta Kazimî jî ji bo me nemîne. Salih teqez kir ku civaka Êzidî ne weke berê ye û niha li pêşberî hemû cîhanê, bûye xwedî rêxistin û vîn.

Piştî êrîşa li ser Şengalê, şandeyeke hikumeta Iraqê ji bo nîqaşkirina peymana PDK, Tirkiye û Bexdayê ya li ser Şengalê serdana Rêveberiya Xweser a Şengalê kir û civiyan.

Li ser naveroka hevdîtinê, Serokê Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidiya PADÊ Omer Salih ji Ajansa Nûçeyan “Rojnews” re axivî.

Omer Salih destnîşan kir ku ev demek e ew li benda vê hevdîtinê bûn û her roj dispartin a din.

Serokê PADÊ got:

”Şandeyê jî weke her carê careke din gelek soz dan û me jî daxwazên xwe bi rêya nivîskî da wan û îmze kir”.

Serokê PADÊ Omer Salih diyar kir ku sozên careke din dane wan, girîng in, lê eger sozên xwe bi cih neynin, wê ji bo wan fermiyeta hikûmeta serokwezîr Kazimî nemîne.

Şandaya Hikûmeta Iraqê, Nûnerê serokwezîrê Iraqê Kazimî jî di nav de, ji Kordîneya Asayişa Nîştîmanî Hemîd Şetir, Şêwirmendê Asayîşa Nîştîmanî Qasim Eyrecî, Cîgirê Fermandariya Operasyonên Hevpar û nûnerê parêzgerê Neynawa pêk dihat.

Back to top button